Newroz Uysal: Rêber Ocalan di bin tecrîdek dijwar de ye

Yek ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal da zanîn ku Rêber Ocalan di bin tecrîdek dijwar de ye û got:” Tevî hemû hewldanên me yên ji bo hevdîtina li gel mûwekîlê me, dewlet bi hîncetên cuda astengiyê çêdike. “Rewşenbîrên Tebqayê jî bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî li hember tecrîdê bi hevkariyê bi nav kirin.

Yek ji parêzera Rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan û hewldanên ji bo hevdîtinê axivî.

Parêzer Newroz diyar kir ku hemû serdan û hewldanên wan ên ji bo hevdîtina li gel mûwekîlê wan Rêber Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê bê bersiv mane û got: Me serdana Serdozgeriya Giştî ya Bursa û Girtîgeha Îmrahiyê kiriye, lê ti agahiyê nadin me.

Em nizanin ku cezayê disîplînê li ser mûwekîlê me heye, yan jî biryara qedexekirina hevdîtinê heye.

Li ser vê rewşa ku çend sale berdewame, di warê yasayî de me gelek hewldan kiriye.

Bi dehan serdan me kiriye, çi li ser asta dadgehe û serdozgeriya giştî, Dadgeha Destûra Tirkiyeyê, lê hemû bêbersiv mane û encam nebû.

Newroz Uysal eşkere kir ku dewlet bi eşkere ji bo berdewamkirina vê rewşê hîncetan çêdike û wiha anî ziman:

Rola CPT’iyê bi serdankirinê û nivîsandina raporê nabe bersiv.

Divê pêşiyê li vê rewşê ku niha li Îmraliyê heye bigire.

Tecrîda li dijî Rêber Ocalan û sîstema Îmraliyê ne hiqûqî ye.

Ji bo pêkanîna vî mafî, di warê yasayî ti astengî nîne, lê îradeya siyasî ya dewleta Tirk li dijî vê biryarê ye û naxwaze pêk bîne.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê şeze el hisên

Rewşenbîrên Tebqayê bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî li hember tecrîda li dijî rêber Apo bi hevkariyê bi nav kirin.

“Rêxistinên Mirovî û Hiqûqî bi bêdengiya xwe dibin hevkarê sûcê tecrîdê”

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Şeze El Hisên tecrîda li dijî rêber Apo şermezar kir. Şeze El Hisên serdana CPT′yê di Îlonê de bêyî aşkerakirina tu agahiyan bi dewama komploya li dijî Rêber Apo bi nav kir.

Back to top button