Çeteyan li ser riya Efrîn-Ezazê 3 welatî revandin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Serêkaniyê yê dagirkirî welatiyek qetil kir û di nexweşxaneyeke Rihayê de organên wî dizîn.
Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker di 22 û 24’ê çileyê de 4 welatî revandin.

Binpêkirin û sucên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Efrînê, rojane didomin..

Li gorî Efrînê Post, çeteyên deweta Tirk di 24’ê çileyê de li ser riya Efrîn-Ezazê 3 Efrînî revandine.

Kesên hatine ravandin bi navê Mihemed Mistefa, Hesen El-Salih û Şihade El-Mihemed in.

Çeteyan ji navçeya Bilbilê welatiyek revandin

Efrîn Post ragihand ku çeteyên “El-Hemzat” di 22 çileyê de ji gundê Qereh Kol yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, welatiyê bi navê Tewfîq Hesen revandin.

Çeteyan kesên ku revandine, birin cihekî nediyar û heta niha çarenûsa wan nediyar e.

Li Efrînê çeteyan 520 darên din birîn

Li gorî Ajansa ANHA jî çeteyên deweleta Tirk 520 darên zeytûn û fêkî li gundên Kurzêlê û Eyndara yên navçeya Şêrawayê û gundê Coqê yê navenda Efrînê birîne.

Darên hatine birîn, yên Reşîd Ebdo, Rêzan Ebdo, Mistefa Ebdo, Mihemed Îbo, Mistefa Mihemed û Yûsif Ebdurehman ên ji gundên Kurzêlê û Eyndarê ne.

Tora Çalakvanên Efrînê jî ragihand ku çeteyan hemû darên di navbera gundê Kefer Sefra û Tetra ên li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî birîn.

​​​​​​​Leşkerên Tirk ciwanek li ber sînorê Serêkaniyê kuştin

Li aliyê din, ANHA jî eşkere kir ku welatiyê bi navê Memdoh Ehmed El Mûsa yê 38 ji Mizgefta Tirbespiyê bi guleyên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Serêkaniyê hatiye kuştin.

Li gorî endamên malbata Memdoh, leşkerên Tirk cenazeyê kurê wan birine û organên laşê wî derxistine.

Ji ber çeteyan jî rê nedane ku cenaze bê veguhestin ber bi Tirbesipiyê de, mirovên wî ew li Serêkaniyê ya dagirkirî veşartine.

Back to top button