Êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser navçeya Eyn Îsayê dewam dikin û vê nîrwê dîsa navçeyê da ber topban.
Vê nîrwê gundewarê navçeya Eyn Îsayê disa bûn armancê topên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete.
Artêşa Tirkiyê û Çeteyên wê bi çekên giran gundê Seyda û rêya M4 topbaran kirin.
Duh di saetên şevê de jî, heman gund û reya rêya M4 jî hatibûn armanckirin
Ev demeke dagirkeriya dewleta Tirk bi dijwarî navçeyê topbaran dike û hewl dide ku Eyn Îsa digir bike.