Mizgefta Erdogan bi belgeyên sexte deh hezaran Euro dizî

Derket hole ku mizggefta Erdogan ya bi navê Mewlana li Berlîn ya Almanyayê bi belgeyên sexte alîkariya bi bihayê 45 hezar Euro dizîye.

Diyar bû ku 3 rêveberên mizgeftê 45 hezar Euro ku bi sedema koronayê di çarçoveya alîkariyê hatibûn şandin avêtine bêrîka xwe û her wiha bi qasî 75 hezar Euroyî jî zirar dane dewleta Elman.

Bi sedema ku van 3 rêveberên mizgeftên Erdogan bi şîrketên sexte dizî kirine roja çarşemê polîsên Alman operasyon li mizgeftê kirin.

Li malên 3 rêveberên mizgeftê ku pereyên komkirî avêtine bêrîkê, tenê 7 hezar Euro hatin dîtin.

Meha Hezîrana borî jî operasyon li ser mizgefta bi nave Îbrahîm Xelîl ya ku komê selefî lê kom dibûn hatibû kirin.

Bi heman rengî rêveberên vê mizgeftê yê ku alîgirên DAIŞ’ê bûn di bin navê koronayê de pere ji xelkê kom kiribûn û dozgeriya Berlînê derbarê 7 kesan de lêpirsîn vekiribû û kesek hê jî girtî ye.

Erdoganê ku bi nave olê bazirganiyê dike hewl dide bi daxuyaniyên li dijî Almanyayê û qaşo parastina Îslamê, dixwaze vê rastiyê veşêre.

Back to top button