Waşîngton, Enqere hişyar kir ku ti êrişeke li dijî Sûriyê pêk ne êne

Gef û êrişên dewleta Tirk yê li dijî bakurê Sûriyê rastî bertekên Waşînton û Parîsê hatin. Waşîngtonê li ser egeriya oparasyoneke dagirkeriyê ya dijî bakurê Sûrîiyê, Enqere hişyar kir. Serokomarê Fransa Macron jî bê ku navê Tirkiye bide, dijberiya xwe ya li ser pêkanîna oparasyoneke nû a li dijî bakurê Sûrî anî ziman.

Di nava du mehên dawiyê de êdî şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi awayekî eşkere gefa oparasyoneke dagirkeriyê li dijî bakurê Sûriyê dixwe.

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Koşka Spî John Kirby, careke din li ser gefxwarinên rejîma dewleta Tirkiyê ew hişyar kirin.

John Kirby got: Em ji gefxwarinên Tirkiye yên pêkanîna operasyoneke li dijî bakurê Sûriyê bifikarin.

Ev yek wê şerê koalîsyonê yê li dijî DAIŞ’ê bêxe metirsiyê.

Kirby her wiha diyar kir ku rêveberiya Biden fikarên xwe yên derbarê vê mijarê de bi rayedarên Tirk re jî parve kiriye.

19’ê Tîrmehê di hevdîtina sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê ku li Tehranê pêk hat de, aliyan dijberiya xwe ya li dijî gefên Enqere anîbûn ziman.

Lê tevî vê Şefê Rejîma Tirkiyê Erdogan gefên xwe yên pêkanîna êrişeke li dijî herêmê dubare kir.

Macron bo Reîsî: Em li dijî operasyoneke li ser Bakurê Sûriyeyê ne

Di vê navberê de, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bi hempîşeyê xwe yê Îranê Îbrahîm Reîsî re peywendiyek telefonî pêk anî.

Macron bê ku navê Tirkiyê bîne ziman, bo Reîsî diyar kir ku ew jî li dijî pêkanîna êrişeke li ser bakurê Sûriyê ne.

Back to top button