Zeyneb Ebas ji bo azadî û mafê jinan tevlî nava YPJ’ê bû

Di dema ku çeteyên DAIŞ’ê Dêra Zorê dagirkiribû, gelek sûcên dijmirovî di derheqê jinan de pêk tanîn. Heya niha hovîtiya çeteyan di mejiyê jin û gelê herêmê de ye. Gelek ji wan biryar dan ku li hemberî van sûcan xeta têkoşînê bidin meşandin.Yek ji wan jî şervana YPJ’ê Zeyneb Ebas e ku ji bo tola xwe ji DAIŞ’ê hilîne tevlî nava YPJ’ê bû.

Piştî DAIŞ’ê, zilm û li min û minbata min kir, min biryara tevlîbûna nava refê yekîneyên parastina jin YPJ’ê da.

Zeyneb Ebas şervaneke ji pêkhateyê Erebe û di nava YPJ’ê de cih digire.

Wê bi hevalên xwe re çek hilgirtiye û cihê xwe di mewziyan de digire.

Taybet ku niha gef û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê zêde bûye.

Şervana YPJ’ê Zeyneb piştî rizgarkirina bajarê wê Dêrazorê ji aliyê QSD’ê ji çeteyên DAIŞ ‘ê sala 2019 tevlî nava refên YPJ’ê bû.

Tiştê ku min di nava refên YPJ de dît, ji dema çeteyên DAIŞ’ê pir cuda ye. Di dema DAIŞ’ê de maf ji jinê re tunbû lê di nava YPJ de jin hemû mafên xwe bi dest dixe, ev yek jî bû sedema tevlîbûna min .

Di sala 2014’an de di dema ku DAIŞ’ê Dêrazorê dagirkir gelek çîrokên bi êş derketin.

Yek ji wan çîrokan jî çîroka Zeyneb e ku ji ber sûcên çeteyên DAIŞ’ê jiyana wê û malbata wê bibû dojeh.

Zilma ku çeteyên DAIŞ li min û malbata min kir, hişt ku ez weke jin tevlî YPJ bibim û mafê bav û xuşka xwe hilgirim.

Zeyneba 29 saî li ser girekî rûniştiye û kirinên hov yên ku çeteyan li dijî bavê wê pêk anîn tîne bîra xwe.

Xuşka Zeyneb li ser destê çeteyan jî di wê demê de hat kuştin.

Zeyneb dibêje tiştê ku DAIŞ ‘ê kir bû sedema ew tevlî yekînêyn parastina jin bibe û tola bav û xuşka xwe hilîne.

Îro jin dikare hemû mafên xwe bistîne û divê jin di bin kevneşopiyên civakî û zihnîyeta bavksalariyê de bêdeng nemîne.

Daxwaza min ji jinan ew e bêdeng nemîne weke dema rejîma Baasê û ya DAIŞ’ê.

Şervana YPJ’ê Zeyneb di nava rêhevalên xwe de bi rihê xwe yê rizgarxwazî tê naskirin.

Zeyneb diyar dike ku ew hewil dide hemû mafên jinan pibarêze û azadiya wan piştî salên dagirkeriyê bi dest bixe.

Piştî têkçûn DAIŞ’ê êdî serdema koletiyê xelas dibe û Zeyneb bi wêrekî ji bo pêşerojeke azad biryar dide ku tevlî têkşoîna li dijî terorê bibe.

Back to top button