Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Îsmaîl Hesekê ragihand. Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Îsmaîl Hesekê bi merasîmekê li goristan şehîdan oxir kirin. Meclisên Malbatên Şehîdan yên Hesek û Amûdê bi merasîmên cuda şehîdên meha Sibatê bi bîr anîn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokraîtk QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd ragihand.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hevrêyê wan Îsmaîl Hesekê di 26’ê Sibatê de ji ber encama krîza dil şehîd bû.
QSD’ê ji malbata Şehîd û gelê herêmê re sersaxî xwest û soza şopandina riya şehîdan da.
Li gorî daxuyaniya QSD’ê nasnameya Şehîd wiha ye:
Nasnav: Îsmaîl Hesekê
Nav û Paşnav: Ehmed Hisên
Navê Dayikê: Nûra
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Hesekê/1967
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê/26-Sibat-2023.
Şêniyên Hesekê cenazeyê Îsmaîl Hesekê oxir kirin
Şêniyên bajarê Hesekê îro bi merasîmekê cenazeyê Şehîd Îsmaîl li goristana şehîdan a li bakurê bajêr oxir kirin.
Di merasîmê de, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîze Yûsif axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Di dawiyê de, wesîqeta şehadetê hate xwendin û cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de hat veşartin.
Li Hesekê û Amûdê 73 şehîdên meha Sibatê hatin bibîranîn
Her wiha Meclisên Malbatên Şehîdan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi merasîmên cuda şehîdên meha sibatê bibîr anîn..
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê jî 9 şehîdên meha Sibatê li Goristana Şehîd Îsmaîl bi merasîmekê bi bîr anîn.
Di merasîmê de, kesên ku axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza berdewamiya riya şehdîan dan.
Di dawiyê de wesîqeta şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.