El-Kiêt: Firehkirina zindanan ne çare ye.. Divê dadgeh çêbibe

Têkildarî vê xwezindîkirinê, ku bûye cihê fikaran, Fener El-Kiêt Cîgirê Hevserokatiya Buroya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pêwîstî bi darzandina DAIŞ’iyên li herêmê dît û banga bilez a dadgehkirina wan li civaka navdewletî kir. El-Kiêt teqez kir jî ku mijar bi berfirehkirina zindanan çareser nabe.

Ev in, DAIŞ’iyên ku rojane behsa sûc û kirinên wan tê kirin.

Ev çete, hem di girtîgehan de metirsî ne û xwedî pirsgirêk in, hem jî li derve hemû cure binpêkirin û sûcan dikin.

Jixwe dosyaya darizandina wan jî, ji ber paşguhkirina civaka navnetewî, hîna weke xwe ye..

Rêvebriya Xweser her û her dibêje “Xeteriya DAIŞ’ê hîna heye” û banga bilez a darizandina wan dike..

Cîgirê Hevserokatiya Buroya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Kiêt jî di vê mijarê de dibêje “Pirsgirêka DAIŞ’ê pir cidî ye û pêdiviya wê bi çareyên lezgîn heye.”

Jimar pir mezin e.

Pêwîstiya me bi dabînkirina girtîgehan ku di asta ewlehiyê de baş û guncaw bin, heye. Ji ber ev çeteyên girtî metirsiyeke mezin çêdikin.

Xwedî rê û rêbazên tundrew in.

Girtîgehên li herêmê jî, di bingeha xwe de, ne girtîgeh in. Lê belê dibistan û avahîne kevin bûn.

Ji ber vê yekê El-Kiêt pêwîstî bi alîkarî û destekdayîna navdewletî di vî alî de dît, ku derfetên Rêveberiya Xweser jî ew qasî têrê nakin..

Ne tenê girtîgeh, li herêmê kamp jî hene.

Rêveberiya Xweser bang li hemû welatan, jê jî Amerîka û Yekîtiya Ewropa û tevahî welatan kir ku alîkar bin û beşdarî çareserkirina dawî ya vê pirsgirêkê bibin.

Fener El-Kiêt da zanîn ku hin dewletan bangên Rêveberiya Xweser bersivandin.

Ji bo vê jî, wî spasiya wan kir, lê ev yek têrker nedît.

Cîgirê hevserokatiya Buroya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku Rêveberiya Xweser bang û pêşniyara avakirina dadgeheke navneteweyî dike û metirsiyên xwe ji dosyaya çeteyên DAIŞ’ê anî ziman.

“Dosyaya DAIŞ’ê aliyên xwe yên siyasî hene û ti xwestekên navneteweyî yên avakirina vê dadgehê nînin. Di heman demê de mijarên qanûnî jî hene.

Back to top button