HDP: Heyva Sor a Tirk xwîn û alîkariya ji bo gel firotiye

Piştî erdhejê ji ber firotina kon, xûrek û xwînê Heyva Sor a Tirk ketibû rojevê. Îro Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar tevî Koma Parlamentoyê ber bi Navenda Giştî ya Heyva Sor a Tirk ve meşiyan, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, Hevserokan bang kirin ku serokê Heyva Sor, rêveberî, wezîr, şirîkê wan û serokkomar jî di nav de divê tevek îstîfa bikin.

Di karesata erdhejê de, Heyva Sor a Tirk, kon û xurekên ji bo gel bi pereyan firotibûn.

Her wiha derketibû holê ku heman saziyê xwîna ji bo rewşên lezgîn ji gel hatibû standin jî firotiye.

Piştî ev yek eşkerebûn, îro hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê tevî Koma Parlamentoyê xwestin ber bi Navenda Giştî ya Heyva Sor a Tirk ve bimeşin.

Ji bo HDP’î derbasî navendê nebin, hemû kolanên ber bi avahiya Heyva Sor a Tirk ve ji hêla polîsan ve hatin girtin.

Li ser astengkirinan, Hevserokên HDP’ê daxuyanî dan.

Mîthat Sancar diyar kir ku dema mirov ji ber sermayê tî û birçî jiyana xwe ji dest didan, hemû alav û di nav de jî xwîn hatiye firotin û got: “Ev wêneyê ku hûn dibînin, wêneyê pergala riziyayî û pergala têkçûyî ye.

Heyva Sor jî bûye sembola vê pergalê. ”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî bi lêv kir ku ew îro careke din bûne şahid ku ev sazî çawa tê xebitandin û got: “Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku Heyva Sor kon û xwîn bi pereyan firotiye.

Ev yek, wêneyê şermê ye..

Bacên gelê me û konên mexdûrên erdhejê bi pereyan firotine. ”

Pervîn Buldan destnîşan kir ku serokê Heyva Sor, rêveberî, wezîr, şirîkê biçûk û serokkomar jî di nav de divê tevek îstîfa bikin.

Back to top button