Şemûn Kako: Tirkiyê dixwaze komkujiyên sêfo û sîmêl dubare bike

Endamê Partiya Asûr a Demokratîk Şemûn Kako destnîşan kir ku ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûrî bi qirkirinê re rû bi rû ne.
Kako bang li sazî û rêxistinên mirovî yên cîhanê kir pêşî li komkujî û dagirkeriyên dewleta Tirk bigirin.

Şemûn Kako diyar kir ku Tirkiyê dixwaze mîna serdema osmaniyan li dijî Asûrî, Sûryanî û pêkhateyên din komkujiyan pêk bîne.

Kako qirkirina Sêfo û Sîmêl ya li dijî Asûriyan bibîrxist û got, “Bi destê çeteyên DAIŞ’ê xwest me Asûriyan tune bike û bi sedan kes revandin. Niha jî ew bi xwe ket dewrê de û dixwaze vê senaryoya komkujiyan dubare bike.”

Şemûn Kako diyar kir ku weke Partiya Asûr a Demokratîk û pêkhateyên li herêmê ew ê komkujiyan qebûl nekin û weha dewam kir:

“Em di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi buhara gelan tên nas kirin. Bi Rêveberiya Xweser re yekîtiya me geştir bû. Lewma em ê heta dawî li ber xwe bidin û li dijî komkujiyan li ser piyan bin.”

Endamê Partiya Asûr a Demokratîk Şemûn Kako destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk bi qirkirineke mezin re rû bi rû ne bang li sazî û rêxistinên mirovî kir ku rê li ber van sûcên mirovahiyê bigirin.

Leave a Reply

Back to top button