Heleb..Yekîtiya dermanxaneyan derman li nexweşên vîrûsa Coronayê belav kirin

Yekîtiya dermanxaneya a Helebê di çarçoveya tedbîrên pêşlêgirtina vîrûsa Coronayê, derman li nexweşên vîrûsê belav kirin.

Yekîtiya Dermanxaneyan li navenda Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li rojhiatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê, 44 çente derman dan rêveberiya tîma têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê.

Tîm jî wê dermanan li ser nexweşên ku nikarin dermanan bikirin, belav bike.

Endamê Yekîtiya Dermanxaneyan Ehmed Be-ibo got ku armanca wan ji belavkirina van çenteyan, piştgiriya feqîran bikin.

Dr.Mihemed Casim ku endamekî tîma Têkoşîna li dijî Koronayê ye jî axivî û spasiya yekîtiyê kir.

Beriya niha Yekitiya Dermanxaneyan 75 çenteyên dermanan li meclisa tenduristiyê belav kirin û wan jî li nexweşên bi COVID-19 ketine belav kirin.

Back to top button