Leşkerên Tirk ketin û derketina gundê Karkerên kurd qedexe kir

Piştî bûyer di nava civakê de rastî bertekê hat, faşîzmê vê carê gundê karkeran dorpêç kir û destûr nedan rojnameger û şande biçin gund.

Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd jî bi daxuyaniyekê êrîşa nijadperest a li Sakaryayê ku li dijî karkerên kurd pêk hatî şermezar kir.

Karkerên kurd ên ji Gundê Kelekê yê Navçeya Şemrexa Mêrdînê dema vegeriyan gundê xwe vê carê rastî polîsan hatin.

Karkerên ku komên nijadperest li Sakarya êrîşî wan kirin û vegeriyan malên xwe, vê carê gundê wan ji aliyê leşkeran ve hat dorpêç kirin.

Eskeran piştî dorpêça gund, bi hinceta vîrûsê destûr nedan ku rojnameger û şande biçin gund.

Karkerên ku ewil vegeriyan gund û alavên xwe danîn gund, piştre ji bo rapora lêdanê bigirin çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê.

Karkerên ku rapor girtin û vegeriyan gund vê carê eskeran li gund nokteya kontrolê danîn.

Piştî bûyerê gelek rojnameger jî çûn gund.

Beriya ku rojnameger bigêjin gund leşkeran rê li ketin û derketina gund girtin.

PYNK’ê êrîşa li dijî karkerên Kurd şermezar kir

Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd derbarê êrîşa nijadperest a li Sakaryayê ya li dijî Kurdan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev êrîş şermezar kir.

Partiyan diyarkirin ku dewleta tirk a faşîst ji bo dijminahiyê di nava gelê Tirk û Kurd de bide pêkanîn, siyaseteke qirêj dimeşêne.

Ev siyaset jî bi êrîşên rojane yên li ser Kurdên li rojavayê Tirkiyê, penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê pêk tên.

Partiyan êrişa bêserûber a li dijî karkerên Kurd û siyasetên qirêj ên çandina şovenîstiya di nava gelên li Tirkiyê şermezar kir.

Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd PYNK’ê bang li gel û tevahî hêzên siyasî kir ku li hember van kiryar û sûcan hişyar bin û gel hişyar bikin.

Back to top button