Cenazeyê fermandarên YBŞ’ê pîr Çeko û Agir Cefrî hatin oxirkirin

Li Şengalê balafirek bê mirov û bi çek, li nêzî gundê Behrava ya Şengalê wesayîtek kire hedef. Di encama êrişê de ji Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn. Cenazeyê herdû fermandaran Îro bi merasîmekî bi heybet hate oxirkirin

Dewleta Tirk di vê pêvajoyê de jî êrişên xwe li dijî kurdan berdewam dike..

Yek ji herêmê ku rastî êrişan hat Şengal bû..

Duh dewleta Tirk li Şengalê erebeyek bombebaran kir û di encamê de ji Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn.

Bi hezaran xelkê Şengalê kom bûn û tevlî merasîma oxirkirina şehîdan bûn..

Duh Şehîd Agir Cefrî piştî merasîmên olî yê Êzdiyatiyê, li kêleka birayê xwe Şehîd Hecî hat spartin.

Vê sibehê jî cenazeyê Fermandar Pîr Çeko ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ber bi mala wî ya li gundê Belistên a ser bi komelgeha Dohola ya Şengalê ve hat birin.

Bi hezaran kes kom bûn û cenazeyê Fermandar Pîr Çeko li ber dengê def û bilûran, ber bi Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan ve birin.

Li vir merasîma leşkerî hat lidarxistin û cenazeyê Şehîd hat spartin.

Back to top button