Welatiyên Kobanê sersaxî ji malbatên şehîd Amara Tolhildan, Berxwedan Kobanê û Kendal Rojava re xwestin ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.
Îro bi sedan welatiyên Kobanê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe dan konê sersaxiyê yê ji bo şehîdan hatibû vedan.
Li bin konê sersaxiyê hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û got: “Ji bo ku em jiyanek azad û bi rûmet bijîn bi hezaran keç û xortên me xwe fedakirin.
Divê em xwedî li nirxên wan derkevin û rêya wan bişopînin.”
Hevseroka Meclisa Navçeya Şêranê Lutfiyê Silêman jî diyar kir ku bi saya şehîdan ew ber bi rêya