Dûran Kalkan: Li Tirkiyê pêvajoya hilweşînê ya faşîzma AKP û MHP’ê destpêkiriye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji malpera fermî ya PKK’ê re pevajoya dawîn nirxand. Kalkan diyar kir Li Tirkiyê pêvajoya hilweşandinê ya faşîzma AKP û MHP’ê destpêkiriye û got, “Li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê hemû gel hêviyê ji PKK’ê dikin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî pevajoya dawîn li ser malpera PKK’ê ya fermî nivisek weşand.

Kalkan diyar dike ev pêvajo ji bo faşîzma netewe-dewleta Tirk şerê man û nemayê ye û wiha dibêje:

“Li Tirkiyê pêvajoyeke wisa tê jiyîn ku nakokî û şerên civakî zêdetir bûne.

Mirov dikare ji vê re bibêje pêvajoya hilweşandinê ya faşîzma AKP û MHP’ê.

Li hemberî me rastiyeke dijmin heye ku ketiye nav hilweşandineke kûr.

Di vê rewşê de li her çar parçeyên Kurdistanê, di nav gelên Rojhilata Navîn de û li dinyayê hemû bindest û karker hêviyê ji PKK’ê dikin.”

Kalkan anî ziman dijmin ji bo ku pêşiya hilweşandina xwe bigire, dest bi êrişan kiriye û wiha dewam kir;

“Li gelek qadan wekî tevgera dagirkeriyê êrişa dijber plan kirin û bi rê ve dibin.

Zexta psîkolojîk a giran, teror û tecrîda li ser Rêber Apo dixwazin bi êrişên dagirker re bidomînin.

Bi êrişeke wisa dijber re dixwazin hebûna Kurdan ji holê rakin.”

Duran Kalkan diyar kir faşîzma netewe-dewlet a heyî li ser dijminatiya Kurdan ava bûye û faşîzma AKP û MHP’ê di azadiya Kurdan de mirina xwe dibîne.

Her wiha Kalkan bal kişande ser giringî û têkoşîna li Bakurê Kurdistanê û ev tişt got:

Dûran Kalkan: Ji bo ku şoreş bi ser bikeve pêwîstî bi berxwedan û cesaretê heye

“Têkoşîna li Bakurê Kurdistanê ne bi tenê têkoşîneke parçeyî ye, ne bi tenê têkoşîna Kurdistan an jî ya Tirkiya demokratîk e.

Ev têkoşîn dixwaze şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bike, pêşiya wê veke û pêşengtiya wê bike.

Ji bo vê têkoşîna dijwar jî berpirsyarî, berxwedan, cesaret û qehremaniyeke mezin hewce dike.”

Kalkan da zanîn têkoşîna azadiyê hatiye ber serkeftinê û got,

Gelê Kurd bi saya Rêber Apo û têkoşîna PKK’ê li herêmê bûne aktorên polîtîk û leşkerî.

Dawî Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan îşaret bi erk û berpirsiyarên demê kir û ev tişt got:

Dûran Kalkan: Divê em xwe li ser bingeha rastiya gel ê şerker bi rêxistin bikin

“Wezîfeya me niha ew e ku asta heyî ya têkoşînê bi serketina şoreşê ve girê bide û têkoşînê geş bike.

Leşkerî, siyasî, serhildan, dîplomasî û neteweya demokratîk divê li gorî pêwîstiya vê yekê bêne kirin.

Di vê çarçoveyê de dem dema pêngava şoreşgerî ya mezin e, dema serxistina şoreşê ye.

Ji bo vê jî wezîfeya me ya herî bingehîn ew e ku xwe li ser bingeha rastiya gel ê şerker bi rêxistin bikin.

Back to top button