Li hember tecrîdê bertek zêde dibin û ji bo azadita Rêber Apo bang tên kirin

Li hember Tecrîda li ser Rêber Ocalan, bertek zêde dibin û ji bo azadiya rêber Apo jî bang tên kirin Rewşenbîr û rojnamevan jî vê siyaseta dewleta Tirk weke binpêkirina hiquqa navnetewî bi nav dikin û dibêjin: Divê Gelê Kurd rabin ser piyan û Rêber Ocalan azad bibe.

Dewleta Tirk a dagirker bi sûc û binpêkirinên xwe qanûnên navneteweyî binpê dike. Vê yekê jî di sêrî de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan li dijî hemû girtiyan dike.

Ne rê tê dayîn parêzer hevdîtinê bi Rêber Ocalan re bikin û ne jî malbat serdan bikin..

Ehmed Silêman: Tecrîda li Îmraliyê binpêkirina qanûnên navnetewî ye

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê Ehmed Silêman derbarê tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan de bertek nîşan da û weke binpêkirina qanûnên navnetewî bi nav kir..

Ehmed Silêman got: “Di qanûnên navneteweyî de çi kesê ku desthilata siyasî ya wî welatî hevdîtinê pê re bike, ew kes dibe siyasetmedarê rêkber.

Hikûmetên dewleta Tirk gelek caran hevdîtin bi rêber Ocalan û tevgera azadiya Kurdistanê re kirine.

Ji ber wê nabe navê partiyê yan jî navê rêber Ocalan bikeve lîsteya terorê ne jî tecrîd bi vî awayî bibe”

Helbestvan Şêxmûs: Bi tecrîdê dixwazin vîna Kurdan bişkînin

Helbestvan Omer Şêxmûs di derbarê heman mijarê de şerê dewleta Tirk li dijî Kurd û doza kurd bibîr xist û got:

“Di heman demê de dewletên din ku xaka Kurdistanê dagir kirine, di vî şer î de hevparin.

Kilîta çareseriyê li gel rêber Abdullah Ocalan e, lê bi tecrîda girankirî dixwazin pêşiyê li vê çareseriya di berjiwendiyên gelên Rojhilata Navîn de bigirin..”

Helbestvanê Kurd Omer Şêxmûs her wiha anî ziman ku armanc ji tecrîdê û zexta ku dewleta Tirk a dagirker li ser girtiyên li Îmraliyê dimeşîne, şikandina vîna gelan e.

Li aliyê din, di rojên pêş de, wê kampanyayeke berfireh ji bo azadiya Ocalan li başûrê Kurdistanê were destpêkirin.

Li ser hewldanên ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan, rojnamevan Zanko Serdar ji Rojnews re axivî.

Rojnamevan Zanko Serdar: Divê Kurd rabin ser piyan

Serdar diyar kir ku ev 23 salin Rêber Abdullah Ocalan dîl girtiye û ev jî ziyaneke mezin dide her çar parçeyên Kurdistanê.

Rojnamevan Serdar işaret bi dîroka Tirkiyê ya ku heta roja îro kurd lê tên girtin kir û got:

“Divê li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd rabin ser piyan.

Pêwîste hemû kesayetên siyasî û akademisyen, ji bo azadiya Ocalan dengê xwe bilind bikin.”

Back to top button