Zîlan Vejîn: Jin û gelê Îranê li dora ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hev kom bûn

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê Zîlan Vejînê destnîşa kir ku jin bi rêya jineolojiyê hişyar bûn. Zîlan her wiha got, piştî kuştina Jîna Emînî, tiştê ku hemû jin û gel li ba hev kom kirin, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê bû.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê Zîlan Vejîn li ser geşedanên dawîn ên rojhilatê Kurdistanê û Îranê û li ser girîngiya dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”yê ji BBC’yê re axivî.

Zîlan da zanîn ku sîstema wan ya serokatiyê tê de jin û mêr wekhev in û got:

Di partiya me de wekhevî û sîstema hevserokatiyê cureyekî têkoşînê ye li dijî cudakariya zayendî.

Bê guman jinan bi têkoşîna xwe hem hebûna xwe hem jî vîna xwe dan nîşandan.

Zîlan Vejîn destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan jineolojî teorîze kir û wiha bi lêv kir:

Ew destkeft ne tenê ji bo jinên Kurd, her wiha ji bo jinên Faris, Ereb, Belûç û jinên gelên din in jî. Êdî rewş wek berê nîn e. Ji ber ku jinan xwe bi rêya jineolojiyê gihandiye wê rastiyê ku jin ya xwe bi xwe ye, ne ya kesekî din e û heta ku îradeya xwe di destê xwe de nebe û serbixwe nebe, nikare rêbertiya civakê bike.

Hevseroka PJAK’ê daxuyakirin ku partiya wan PJAK, rêber Abdullah Ocalan wek rêberê xwe qebûl kiriye û ji bo azadiya wî di asta herî jor de tê dikoşin.

Li Îranê binêrin, gelek xwepêşandan hatine kirin û gelek daxwaz jî hatine ziman lê belê tiştê ku hemû jin û gelên Îranê li dora hev kom kir, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû.
Em vê şoreşê di çarçoveya jiyaneke nû, şoreşeke civakî de bi cih dikin.

Zîlan Vejîn: Em ji bo azadiya jin û welatê xwe têdikoşin

Zîlan Vejîn herî dawî wiha anî ziman:

Em dixwazin bi nasnameya jinan azadiya jinan û hem jî ji bo azadiya netewe û welatê xwe tê bikoşin.

Îdeolojiya me li ser esasa rizgariya jinan li Kurdistanê hatiye damezrandin.

Hêza parastina jinan li temamê erdnîgariya rojhilatê Kurdistanê xwe rêxistin kiriye.

Ev rêxistinkirin ne ji bo êrişkirinê ye, berevajî vê yekê, ji bo xweparastinê ye.

Back to top button