Partiyên siyasî yên Efrînê: Hikumeta Şamê şirîkê guhartina demografiya Efrînê ye

Koordînasyona partiyên siyasî yên Efrînê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne şermezar kir û diyar kirin Hikumeta Şamê şirîkê guhartina demografiya Efrînê ye.

Li navçeya Ehdas a Şehbayê, Bi dehan endam û rêveberên partiyên siyasî yên Efrînê derbarê sûc û hovîtiya ku dewleta Tirk û çeteyên xwe li Efrînê pêk tînin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dagirkeriya Tirk guhertinên demografîk li Efrînê pêk tîne û hat gotin hikumeta Şamê jî şirîkatiyê dike.

Koordînasyona partiyên siyasî bang li civaka navneteweyî û NY`yê kir li hember vê yekê bikeve nava tevgerê.

Back to top button