Artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê carekê bi çekên qedexe, 4 caran bi balafirên şer û 47 caran jî bi obus, hewan, tank û çekên giran bombe kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kirin:
“Li herêma Zapê;
22’ê Nîsanê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşê Qada Berxwedanê Girê Cûdî kir.
Hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dane û di encamê de şer qewimî.
Her wiha çeperên me yên li Sîdayê bi çekên qedexe carekê hatin bombekirin.
Heman rojê Girê Cûdî û Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û derdora gundê Sêgirê bi balafirên şer 4 caran hatine bombekirin.
21 û 22’ê Nîsanê jî Qadên Berxwedanê Girê FM û Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 47 caran bi obus, hewan, tank û çekên giran hatin bombekirin.”
https://anfkurdi.com/kurdistan/artesa-tirk-a-dagirker-52-caran-eris-kir-168996