Almanya û NY amadekariyên civîneke ji bo Lîbya dikin

Ji bo çareserkirina aloziya li Lîbya Almanya û NY amadekariyên civîneke bilind ya nû dikin.
Civîna ku tê plankirin wê di Cotmehê de pêk were, wê mijara sereke rawestandina şerê li herêmê be.

Ji bo rawestandina şerê û aloziya li Lîbya di ma Çileyê de li paytexta Almanya Berlînê Konferansek hate lidarxistin.

Piştî konferansê careke din bi serkêşiya Almanya û NY tê payîn di 5’ê Cotmehê de lûtkeyek bi rêya vîdeo konferans pêk were.

Li gorî ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) tevî Sekretekrê Giştî yê NY Antonio Guterres wê aliyên şer yên li Lîbya jî beşdarî konferansê bibin.

Lê heta niha ne hatiye piştrastkirin ku wê piştî lûtkeyê daxuyaniyek giştî li ser navê aliyan were dayîn yan na.

Di lûtkeya meha Çile de, NY, Rûsya, Ingiltere, Fransa, Çîn, Îmarat, Kongo, Îtalya Misir, Cezayîr, YE û Yeketîiya Efrîka amade bûn.

Di lûtkeya meha Çile de aliyan li hevkiribûn ku welatên hêzên xwe li Lîbyayê ne paşde vekişînin û qedexeya şandina çekan ji bo Lîbya hatibû ragihandin.

Lê ev gar ji aliyê dewleta tirk û hikumeta Wîfaq ya Îxwana Mislimîn ve hate binpêkirin.

Tenê dewleta tirk bi nêzî 20 hezar çeteyên DAIŞ yên li Sûrî derbasî Tirkiyê kir û ji wir jî bi balefiran gihand Lîbyayê.

Tê payîn ku welatên di cîvîna despêkê de, amade bûn, di civîna bê de jî beşdar bibin.

Back to top button