Li Efxanistanê şer ..20 leşkerên Efxanî û 29 çekdarên Talîbanê hatin kuştin

Di van rojên ku dan û standinên aştiyê di navbera Hikumeta Efxan û Talîbanê de dewam dikin, çekdarên Talîbanê êrîşî nuqteyên leşkerên hikûmeta Efxanistanê kirin, di encama şerê ku derket de 49 kes ji herdu aliyan hatin kuştin.

Berpirsên hikûmeta Efxanistanê ragihand ku şeva borî çekdarên Tevgera Talîbanê êrîş birin ser çend nuqteyên leşkerî yên li bajarê Hisarek a girêdayî wîlayeta Nengerharê.

Di êrîşê de 20 leşkerên Efxanî hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku di bersivdayîna hêzên Efxanistanê de 29 çekdarên Tevgera Talîbanê jî hatin kuştin.

Ev demeke di navbera dewleta Efxanistanê û Tevgera Talîbanê de danûstandinên aştiyê tên kirin.

Li paytexta Qeter Dewhayê ji roja şemiyê ve danûstandin navbera aliyan de didomin.

Back to top button