Leyla Guven li Colemêrgê hate binçavkirin

Desthilata faşîst ya AKP’ê êrîşên xwe yên li dijî jinan jî didomîne. Îro dema jinan di çarçoeya Pêngava “Em xwe diparêzin” Li Colemêrgê dest bi çalakiyan kirin, polîsên Tirk hevseroka KCD’ê Leyla Guven binçavkirin.

Jinan doh li bajarê Colemêrg yê bakurê kurdistanê dest bi pêngava “Em xwe diparêzin” kir.

Îro di vê çarçoveyê de, jinana li navenda Colemêrgê çalakiyên xwe pêk anîn.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi jinan re di nava çalakiyê de bû, ji aliyê polîsên AKP’ê ve bi hinceta ku banga aştiyê kiriye hate binçavkirin.

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Colemêrgê jî ev yek piştrast kir.

Dozgerê Tirk daxwaza bultena sor a derbarê Baydemîr de kir

Hemwextî vê Serdozgeriya Komarê ya Amedê, daxwaza xwe ya îadekirin û derxistina bultena sor a derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê û Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr de, şand Wezareta Dadê.

Hat hînbûn ku dozger ji ber lêpirsînekê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ya darbarê Baydemîr de hatiye destpêkirin, ev daxwaz kir.

Back to top button