Ukrayna: 4,600 sivîl hatine kuştin

90 roj ji êrişa Rûsya ya li Ukrayna tejî dibe.
Lê ev şerê ku 3 mehin dewam dike, berdêlek xwe ya giran li pey xwe hiştiye.
Serdozgeriya Ukrayna ragihand ku 232 jê zarok 4 hezar û 600 sivîl hatine kuştin.
Leşkerê Rûsya yê li Ukrayna ji ber sûcê şer dihat dadgehkirin jî cezayê heta heta lê hate birîn.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî bang li beşdarên civîna Davosê kir ku cezayên di asta herî jor de li ser Rûsya ferz bikin.

90 roj li ber qedandinê ye.

Êrişa Rûsya ku li dijî Ukrayna dayî despêkirin, êdî meha xwe ya sêyem jî tejî dike.

Wêraniya li Ukrayna û bandora wê ya li ser cîhanê jî didome.

Artêşa Rûsya li rojhilatê Ukrayna êrişên xwe dijwar kiriye.

Ji ber îroj bajarê herî zêde bûye armanca hêzên Rûsî, Severo-donetsk e.

Li eniyên bajar domana ji ber êrişên Moskow bilind dibe.

Bi dirêjbûna şerê li Ukrayna re, bîlançoya qurbaniyan giran dibe.

Ji ber şer heta niha 232 jê zarok bi giştî bêtirî 4 hezar û 600 sivîl hatine kuştin.

Serdozgeriya Ukrayna Irina Venediktova diyar kir ku bi wêneyên ji peykê tên re rewşa heyî hên zelaltir xuya dike.

Venediktova anî ziman ku hinek, gund û navçe bi erdê re bûne yek û ev yek weke felaketekê binav kir.

Serdozgeriya Ukrayna îdia kir ku heta niha derbarê sûcê şer yê hêzên Rûsya li welat pêk anîn de nêzî 13 hezar doz li ber destê wan nin.

Cezayê heta heta li leşkerê Rûs yê li Ukrayna hatî dadgehkirin hate birîn

Yekemîn leşkerê Rûs ê ku li Ukraynayê bi îdiaya sûcê şer kiriye, ji ber kuştina sivîlek bêçek bi cezayê heta hetayê hat mehkemekirin.

Fermandarê tankê Vadim Shishimarin ê 21 salî, ji ber kuştina Oleksandr Shelipov ê 62 salî dihat dadgehkirin.

Dozgeriya Ukrayna derbarê bûyera ku 28’ê Sibatê rûdayî de, cezayê heta heta li leşkerê Rûsî birî.

Rêveberiya Kremlînê îdiayên li ser hedefgirtina sivîlan an kirina sûcên şer red dike.

Rûsya: Me li Xerson û Xarkîvê li 3 balafirên Ukrayna xist

Hemwextî vê yekê bîlançoyên şerê 24 saetên dawî jî eşkere bûn.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor konaşenkov diyar kir ku hêzên wan li Xerson û Xarkîvê li 3 balafirên Ukrayna xistine.

Li gorî Rûsya ji despêka şer heta niha;

177 balafir, 125 helîkopter, 3 hezar û 226 tank û maşîneyên zirxî yên Ukrayna hatine bêkêrkirin.

Ukrayna: Di rojekê de 150 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ukrayan jî ji aliyê xwe ve bîlançoya şerê 90 rojan eşekre kir.

Sererkaniyê diyar kir ku di nava rojê de, 150 leşkerên din yên Rûsya hatine kuştin.

Bi vê re,

Heta niha 29,200 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

her wiha, 204 balafir, 170 helîkopter, hezar û 293 tankên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Zelensky bo Civîna Davos: Cezayên li ser Rûsya bigihînin asta herî jor

Di vê navberê de, piştî 2 salan fivîna Foruma Aboriya Cîhanê ya Davosê îro despê kir.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zenensky di axaftina xwe ya di formê de, careke din ji welatên cîhanê daxwaza pêkanîna cezayên herî giran ser Rûsyayê kir.

Ji bilî bandorên krîza xwarinê ya cîhanî û pandemiyê, şerê ku Rûsyayê li Ukraynayê daye destpêkirin wê îsal di Civîna Davosê de cîhek berfireh bigre.

Back to top button