Artêşa dewleta Tirk a qirker ku li pêşberî gerîla tengav bûye, bi rêya çek û bombeyên qedexekirî dixwaze serketinekî bidest bixe. Artêşa dewleta qirker 16 caran bombe li çeperên berxwedanê barandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser Herêmên Parastinê yê Mediya daxuyaniyek nivîskî weşand:
Navendê got:
“Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî didome.
18’ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
Heman rojê li qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 15 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.