Jinên li Til Temirê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Jinên li Til Temirê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga girtina qada ezmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş balafirên dewleta Tirk kirin.

Bi dehan jinên Til Temirê, Endamên saziyên sivîl û malbatên şehîdan li pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê daxuyaniyek dan.

Endama rêveber a meclisê Sena Hemod daxuyanî xwend û wiha anî ziman:

Tecrîda ku dewleta Tirk li ser Rêber APO ferz kiriye, bi armanca têkbirina berxwedana gelê me ye û li dijî hemû qanûnên navneteweyî û cîhanê ne.

Êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya balafirên bêmirov û hedefgirtina pêşengên şoreşê, jinên berxwedêr, sivîlan û bêdengiya dewletên garantor şermezar dikin.

Divê civata navneteweyî bi hemû sazî û rêxistinên xwe li dijî sûcên dijmirovî yê dewletan Tirk bê deng nemîne û qada esîmanî ya herêmê bigirin.

Daxuyanî bi diruşmên silavkirina şehîdan û berxwedana rêber APO bi dawî bû.

Back to top button