KCDK-E: Li sînorê Belarûs-Polonyayê drama mîrovî heye

Hevserokatiya Kongra Civaka Demokratîk ya Kurdistaniyên Ewropa-KCDK-E’yê der barê trajediya li ser sînorê Belarûs-Polonyayê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li ser sînorê Beralûs-Polonyayê 20 penaberên Kurd ji ber birçîbûn û sermayê mirine.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de wiha hat gotin:

Heya ku hewce nebe, tu kes ji welatê ku lê dayik bûye dernakeve. Hêzên navneteweyî yên ku Kurdistan kirine qada şer, li hemberî koçberên Kurd jî xwedî helwesteke nemirovane ne.

Dewlet berjewendiyên xwe esas digirin û koçberan dikişînin ber mirinê.

Koçberî ne çarenûsek e, ew encama siyaseta hukûmetên ku li van welatan serwerin..

Divê wijdana civakan li hemberî vê pêkanînên dijmirovahî bêdeng nemîne.

KCDK-E her wiha daxwaz kir ku hemû welatên Ewropayê bi taybet Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî erkên xwe bi cih bînin û bang li hemû rêxistinên mirovî yên mîna UNICEF û Xaça Sor dikin ku ji bo penaberan tevbigerin.

Back to top button