Bedir El-Ziyadî: Divê Iraq ji bo derxistina Tirkiyê bikeve nava tevgerê

Endamê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Bedir El-Ziyadî diyar kir hebûna Tirkiyê ya li Iraqê ne rewa ye û li dijî qanûnên Iraqê û navnetewî ye.
Ziyadî bang li hikumetê kir ku li dijî hebûna Tirkiyê helwestê nîşan bide.

Endamê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Bedir El-Ziyadî derbarê êrîşên dewleta Tirk ser xaka Iraqê û hebûna hêzên Tirkiyê ên li herêmê axivî.

Bedir El-Ziyadî destnîşan kir ku hêzên Tirkiyê li bajarên bakûrê Iraqê dibin sedema pirsgirêkên aramiyê.

El-Ziyadî diyar kir ku hebûna Tirkiyê dijî qanûnên Iraq û navnetewî ne, ev jî nîşan dide ku dagirkeriyek eşkere heye, lewma divê dijî wan tedbîr werin girtin.

Endamê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Bedir El-Ziyadî ji hikûmeta Iraqê xwest ku di zutirîn dem de hêzên dewleta Tirk ji ser axa Iraqê derxîne û got:

“Hikûmet çawa ku bi Amerîkayê re hevdîtin kirin ku hêzên xwe derxîne, pêwîst e bi heman rengî li gel Tirkiyê biaxive û hêzên wan derxîne.”

Back to top button