Deriyê sînorê navbera Pakistan û Efxanistanê de vebû

6’ê Îlonê ji ber şerê navbera hêzên parêzvanên sînorê yên Pakistan û Efxanistanê de, Deriyê Sînorê Torham hatibû girtin.
Derî îro careke din, hatin vekirin.

Bi hezaran rêwî û bi sedan kamyonên ku di navbera her du welatan de diçûn û dihatin, piştî şer li ber derî asê mabûn.

Rayedarên welat ragihandin ku îro saetên siharê Deriyê Sînorê Torhamê ji bo rêwî û bazirganan bi giştî hatiye vekirin.

Rayedarekî Pakistanî ji ajansa Reutersê re axivî û got;

Pirsgirêk hatiye çareserkirin.

Piştî şerê navbera hêzên ewlekariya sînor ên her du welatan, hikûmeta Pakistanê di 6’ê Îlonê de Deriyê Sînor ê Torhamê girtibû.

Deriyê Sînor ê Torhamê yê dikeve rojavayê Xiberê yek ji girîngtirîn sînorên di navbera her du welatan de ye.

Piştî ku Talîban di Tebaxa 2021’an de li Efxanîstanê hat ser desthilatdariyê, dem bi dem di navbera wan û pakistnê de li ser sînor şer pêk tê.

Li sînorê Pakistan-Efxanistanê şer û sedemên wê

Di dema ku alî ji ber nakokiyan hevdu bi pabendnebûna rêgezên sînoran tometbar dikin de, ev rewş dibe sedem ku car caran deriyên sînorî yên di navbera her du welatan de bên girtin.

Têkildarî şerê dawî, Pakistanê rêveberiya Talîbanê bi hewildana destdirêjiya li ser xaka welat tewambar kiribû.

Wezareta Karê Derve ya Efxanîstanê ya di bin kontrola Talîbanê de, aliyê din bi girtina deriyê sînor sûcdar kir.

Back to top button