Mihemed Ei-Ebid: Sedema binketina civînên cinêvê beşdarnekirina nûnerên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye

Sekreterê Partiya Hevalbendiya Niştîmanî ya Demorkat şaxê Reqayê Mihemed Remadan El-Ebûd diyar kir ku sedemên binkeftina civînên komîteya destûrê û Cinevê dûrxistina MSD’ê û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Mihemed El-Ebûd piştrast kir ku dûrxistin ji bo xatirê dewleta Tirk rû dide , ji ber ku berjewendiyên wê û yên aliyên misogerkerên wan civînan mîna Îran û Rûsyayê têkilî hev in.

El-Ebûd destnîşan kir ku MSD’ê bi nêrîna xwe ya siyasî û ya hevgirtî dikare tevahiya hêzên siyasî yên Sûriyê çiqas berên û cuda bin, hemêz bike.

Her wiha El-Ebid diyar kir ku MSD”ê bi gelek hêzên Sûriyê re li hev kir û herî dawî lihevkirina wê bi Partiya Vîna Gel a li Moskovayê bû.

Sekreterê Partiya Hevalbendiya di dawiyê de teqez kir ku her destûrek destkeftiyên siyasî û rêveberî yên ku MSD, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî di ber çavan re derbas neke, wê rewşa welêt aloztir bike.

Back to top button