Mistefa Qalecî: Dewleta Tirk dixwaze projeya Mîsaqa Milî li herêmê vejîne

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesnasê ya Sûriyê Mistefa Qalecî li ser dagirkirina Tirkiyê ji herêmên Sûriyê re dibêje “Dewleta Tirk dixwaza Mîsaqê Millî li herêmê vejîne.”
Der barê bêdengiya navneteweyî li hember sûcên li wan herêman jî got
“civata navneteweyî Aloziyê li gorî berjewendiyên xwe birêve dibe. Tu çareserî ji sûriyan re pêşkêş nekir.”

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesnasê ya Sûriyê Mistefa Qalecî li ser rewşa Sûriyê ya heyî ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Di nirxandina xwe de behsa dagirkirina axa Sûriyê, sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li van herêman kir.

Destpêka nirxandina xwe Mistefa Qalecî îşaret bi salvegera 4`an a dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve kir û got:

“4 sal derbas bûn, lê hîna civata navneteweyî çareseriyê dereng dixe ku axa dagirkirî rizgar bibe.”

Têkildarî planên dewleta Tirk li herêmê jî Qalecî dibêje “Projeyeke kevin a Tirkiyê li herêmê heye, dixwaza Mîsaqê Millî li herêmê vejîne.”

​​​​​​​Mistefa Qalecî: Li herêmên dagirkirî siyaeta Tirkkirinê tê meşandin

Li ser kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî jî Mistefa Qelacî got:

“Niha ala Tirkiyê li herêmên dagirkirî hatiye daliqandin.

Ew herêm ji Sûriyê hatin qutkirin. Li wir danûstandin bi lîreyê tirk tê kirin.

Gelek şaxên zanîngehên Tirkiyê li herêmên Sûriyê vekirin.”

Qalecî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van kirinan siyaseta tirkkirinê li herêmên dagirkirî dimeşîne.

​​​​​​​Mistefa Qalecî: Civata navneteweyî ti çareserî ji Sûriyan re pêşkêş nekir

Têkildarî rola civata navneteweyî di aloziya Sûriyê de Mistefa Qalecî ev anî ziman:

“Mixabin civata navneteweyî bêexlaq e. Aloziyê li gorî berjewendiyên xwe birêve dibe.

Tu çareserî ji Sûriyan re pêşkêş nekir.”

Mistefa Qalecî eşkere kir niha pêwîstiya gelê Sûriyê bi jinûve-sazkirina hevpeymana civakî heye.

Û dawiyê da zanîn “Betalkirina lihevkirina Edeneyê, destpêka vegerandina mafên Sûriyê ye.”

Back to top button