Hikumeta Perûyê karê şîrketa Repsol da rawestandin

15’ê Çile li grava Tongayê teqînek volkanîk pêk hat.Ji ber bandora wê ya zêde, li peravên Lîma yên Perûyê petrol rijiya. Hikumeta Perû ya ku ji vê yekê Şirketa Respol ya Spanya tewambar dike, karê wê ji bo demkî da rawestandin.

Piştî rijandina petrolê ya li Perûyê, hikûmetê derbarê şîrketa Repsol de biryarek din girt.

Wezîrê Jîngehê yê Perû Ruben Ramîrez ragihand ku şîrketa Repsol a Spanyayê ya ku parzûngeha La Pampilla dixebitîne, ji ber karesata hawirdorê ya ku zêdeyî 10 hezar bermîlên petrolê rijandiye, xebatên wê bi awayekî demkî da rawestandin.

Ramirez diyar kir ku heta şîrketa Repsol garantî nede ku êdî petrol neherike ev biryar wê bidome.

Ji aliyek din ve şirketa Repsol da zanîn ku ew biryarê neguncav û nemaqûl dibînin.

Şîrketa Repsol jî diyar kir ku Parzûngeha La Pampilla parzûngeha herî mezin a Perûyê ye û dazanîn ku şîrketa parzûnê ji sedî 40 ê bazara sotemeniyê ya Perûyê ye.

Ji aliyê din ve şîrketê îdia kir ku heta dawiya meha Sibatê wê paqijkirin bi dawî bibe.

Back to top button