Li Şehba û gûndê Şêrawa hikûmeta Şamê dorpêç giran kirine

Komên çekdar ên bajarokê Nubil û Zehrayê yên girêdayî hikûmeta Şamê dorpêçeke giran li ser 6 gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî ferz dikin.

Ji roja dagirkirina Efrîna li ser xelkê Şehba û gûndewarê Şêrewayê dorpêç dewam dike.

Herî dawî komên çekdar ên bajarokên Nubil û Zehra ku dorpêça li ser gundên navçeya Şêrawa yên weke girantir kiriye.

Heta hate ragihandin ku hêzên hikûmeta Şamê Gundê Burc Qas, Kilûtê, Gundê Mezin, Başemirê, Zirnaêtê û Meyasê ketin û derketina şêniyên van gundan qedexe kirine.

“Ji ber dorpêçê 6 gundên Şêrawa derman, sotemenî û pêdiviyên jiyanê nemaye”

Welatiyê bi navê Yehya Silêman ê ji gundê Burc Qasê rewşa gund ragihand û ev tişt anî ziman:

“Ev zêdetirî mehekê ye ku derbaskirina madeyên xwarinê, derman û sotemeniyê qedexe dikin.

Otomobîl û motorsîkletên ku me pêdiviyên xwe yên rojane ji aliye Şehabayê derbasî gund dikirin, desteser kirin.”

Silêman di dawiyê de diyar kir ku rewşa wan gundan pir xerab bûye pêwistiyên weke sotemenî, derman û pêdiviyên jiyanê ji ber dorpêçê nemaye.

Back to top button