Derhêner û rojnamegera Îtalyayê Benedetta Argentieri

Rojnameger û derhênera fîlma ‘The Matchmaker’ Benedetta Argentieri hişyarî li ser vegera DAIŞ′ê hemwextî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser da û got Rêveberiya Xweser dê Rojhilata Navîn biguherîne.

Derhêner û rojnamegera ji Îtalyayê Benedetta Argentieri xelata Phoenix di Mîhrîcana Sînemayê ya Cologne ya 32′yemîn de li ser belgefîlma xwe “The Matchmaker” wergirt.

Benedetta Argentieri têkildarî mijarê ji ANHA’ê re axivî û got:

Benedetta Argentieri xeleta xwe diyarê rêveberiya xweser kir

“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civakeke nû ya demokratîk û ekolojîk li ser bingeha azadiya jinan tê avakirin.

Ev yek bi pêşengiya Kurd, Ereb, Asûrî û jinan bi pêş dikeve û em ji wan gelek tiştan fêr dibin.”

Argentieri diyarkir ku dewleta Tirk sûcên şer li herêmê dike, bi balafirên bêmirovî êrişî welatiyan dike, jinên çalakger dikuje, da ku Rêveberiya Xweser lawaz bike.

“Divê hêzên cîhanî li dijî êrişên Tirkiye û DAIŞê bi erka xwe rabin”

Benedetta Argentieri bal kişand ser serkeftina Rêveberiya Xweser a Demokratîk û wiha wesif kir:

“Ev proje dê Rojhilata Navîn biguherîne û aştiyê piştî gelek şeran pêk bîne. Ji bo wê ez vê xelatê diyarî wan lehengan dikim.”

Argentieri têkildarî çeteyên DAIŞ′ê bang li cîhanê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk û DAIŞ’ê alîkariya Rêveberiya Xweser bikin.

Back to top button