Tenê di nava mehekê de dagirkeran Til Temir û Zirgan bi 599 topan kir armanc.
Artêşa Tirk êrişên xwe yên li dijî Herêmê didomînin..
Di meha borî de herdu navçeyên Til Temir û Zirganê bi giranî topbarankirin.
Til Temir û Zirgan di mehekî de 599 caran hate armanc kirin
Ji destpêka meha borî de, navçeya Zirganê û 8 gundên girêdayî wê hatin topbarankirin.
27’ê mehê dagirkeriya Tirk baregeha hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê Til El Werd ê başûrê navçeyê topbaran kir..
Di encamê de leşkerekî hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da 5 din birîndar bûn..
Her wiha 7 gundên navçeya Til Temirê jî bi awayekî hovane hatin topbarankirin..
Dagirkeriya Tirk meha borî bi zanabûn rêya di navbera navçeya Til Temir û Zirganê de qut kir…
Di encamê de jî Hêzên Asayîşê ji bo parastina sivîlan rê qut kir û tedbîr girtin.
Di encama van êrişên mehekê de zirarê mezin gihîşt mal û milkên welatiyan.
Tenê di nava mehekê de dagirkeran Til Temir û Zirgan bi 599 topan kir armanc