Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Newroz Rojhilat diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide wan bikişîne nav şerekî vekirî û got: “Çi bibe jî biryara me diyar e. Em ê gel û herêma xwe biparêzin.”
Newroz Rojhilat, têkildarî geşedanên leşkerî li eniyên Til Temirê axivî û got :
“Di çend rojên dawîn de, tevgereke zêde ya dagirkeriya Tirk heye.
Xendeqan dikolin û çekên giran lê bi cih dikin.
Hêzên me van tevgerên dagirkeriyê dişopînin û li gorî pêvajoyê hazirtiyên xwe dikin.”
Newroz diyar kir ku Dagirkeriya Tirk hewl dide me bikişîne nava şerekî vekirî û got :
Em pabendî lihevkirinên agirbestê ne.
Şervanên me li ser xwe hakim in û mafê parastina rewa esas digirin.”
“Çi dibe bila bibe biryara me diyar e”
Dawiyê Newroz Rojhilat tekez kir ku Em ê gel û herêma xwe di çarçoveya mafê parastina rewa de biparêzin.