Pisporekî çandiniyê Serbaz Hawil: Barana dawî hêvî da cotkarên herêmê

Barana ku vê dawiyê bariya hêvî da cotkaran. Pisporekî çandiniyê Serbaz Hawil destnîşan kir ku rêjeya baranê negihişt asta tê xwestin, lê mewsim di rewşeke baş de ye.

Serbaz Hawil diyar ku mewsimê çandiniyê heta niha di rewşeke baş de ye, ji ber ku rêjeya barana rojên dawî hêvî da cotkaran û got :

Rêjeya barîna baranê ya pêwîst û guncaw ji bo mewsimekî çandinî ya serkeftî li herêmê 440 mm e.

Lê heta niha 160 mm bariyaye.

Serbaz da zanîn ku Ev rêje guncaw e ku mewsimekî baş derkeve û wiha domand :

Ya ku dihêle mewsim serkeftî encam bide baran û berfa ku di vê mehê de bariye.

Di demeke guncaw de bû.

Taybet ji bo genim ..

Û hişt ku nexweşiyên çandiniyê tune bibin.”

Piştî demeke dirêj ji kêmbûna barana payîzî, ji çarşema borî ve li herêmê baran dibare.

Tê zanîn ku par ji ber hişkesaliyê, çandinî telef bû û cotkaran ziyanên mezin dîtin.

Back to top button