HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Jîndar Rûmet Meyaser û Zagros Besta şehîd bûne.
HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: Hevrêyên me pêşengiya berxwedana Zapê kirin, di vê çalakiyê de bi fedaîtî şer kirin û şehîd bûn.
Em careke din soz didin ku tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyniyekê şehadeta 2 gerîlayên şehîd erşere kir.

HPG’ê diyar kir ku Jîndar Rûmet Meyaser û Zagros Besta di 19’ê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Kurojahroyê şehîd bûn û got:

Hevrêyên me Jîndar Rûmet Meyaser û Zagros Besta bi cesaret û têkoşîneke mezin li dijî dagirkeran şer kirin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me; gerîlaya pêşeng a YJA Starê û mîlîtana PAJK’ê Jîndar Rûmet Meyaser û ewladê berxwedêr ê Reqayê Zagros Besta, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

HPG’ê: Lêgerîna meşa azadiyê ya hevrêya me Jîndar xurt bû

HPG’ê di derbarê tevlîbûn û kesayeta şehîd Jîndar Rûmet de wiha got:

Hevrêya me Jîndar di nava malbateke ji eşîra Xelîkanê, bi hestên xurt ên welatparêziyê mezin bû.

Ew xwedî lêgerînên xurt û xeyalên mezin bû.

Ji bo armanca xwe pêk bîne, sala 2014’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe.

Hevrêya me Jîndar bi wêrekî û cesareta xwe di nava gelek çalakiyan de cih girt.

Hingî ku di qada pratîk û bîrdozî de şer kir, azad bû, hingî ku azad bû, bedew bû, hingî ku bedew bû ji aliyê hevrêyên xwe ve hat hezkirin.

Hevriya me bîrdoziya jina azad di kesayeta xwe şênber kir, heyranî û dilsoziya wê ya ji keda mezin a Rêber Apo û bîrdoziya Apoyî re hîn mezintir bû.

Jîndar di encama şerê li dijî dijmin de qasî du rojan li hemberî teknîka dijmin bi rengekî bêhempa li ber xwe da û 19’ê Cotmeha 2023’an şehîd bû.

Agahiyên derbarê nasnameya her 2 şehîdan de wiha ye.

Nasnav: Jîndar Rûmet Meyaser
Nav û Paşnav: Berjîn Arşîmet
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Fatma
Navê Bav: Zekî
Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Cotmeha 2023’an / Zap

Nasnav: Zagros Besta
Nav û Paşnav: Ahmed Çorto
Cihê Jidayikbûnê: ReqaÎ
Navê Dayik: Makbûle
Navê Bav: Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Cotmeha 2023’an / Zap

Back to top button