Li Fransa û Belçîka alarm: 4 zarokên amedekariya êrişê dikirin hatin girtin

Fransa û Belçîka bi tirsa êrişeke terorê ketine alarmê.
Li herdû welatn 4 zarokên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin.

Li gor nûçeya rojnameya Le Parisien a Fransî, du jê bi eslê xwe Çeçen sê zarokên 15-16 salî li Parîsê hatine girtin.

Li Brukselê zarokekê din ê 16 salî ku xwe amadeyê êrîşê kiriye hatiye girtin.

Li gor rojnameyê zarokan bi rêya lîstîkên online ên radîkal têkilî bi hev re daniye û li ser internetê lêkolîn li ser teqemeniyan kiriye.

Hat destnîşan kirin ku zarokan ji xwe re kiriye armanc ku polîsên li derveyê sefaretxaneyê bikujin û bi pişt re wesayîteke tije teqemenî biajon bi ser avahiyê de.

Li bajarê Tourê zarokek çek di dest de hat dîtin.

Hat diyarkirin ku gefa kuştinê li Ewropiyan xwariye.

Yekê din bang kiriye ku li dibistanan komkujî bê kirin û biçin Sûriyê.

Di encama lêpirsînê de axavtinên bi ciwanan re yên li ser telefonê hatine bidestxistin.

Back to top button