Emîne Omer: Pêdiviya herêmê bi hevpeymaneeke nû li gorî rewşa heyî hebû

Reşnivîsa Hevpeymana Civakî berî derdora hefteyekê û piştî çar civînan hat amadekirin.
Têkildarî vê hevpeymanê û xalên li ser hatîn lihevkirin, Hevseroka MSD’ê Emîne Omar nirxandin kir.
Emîne Omer dibêje:
Di reşnivîsa hevpeymanê de 93 xal hene û hemû jî wê dema pêş bi gelê herêmê re werin biparvekirin û nîqaş li ser were kirin.
Paşê wê ji Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were şandin û hibijartin jî wê pêk werin.

Berê hefteyekê reşnivîsa hevpeymana civakî hat amadekirin.

Nîqaşên wê, di çar civînana de û 11 rojan dom kirin.

Ev nîqaş jî ji aliyê endamên komîteya Avakirina Peymana Civakî ku 156 in hatin kirin.

Têkildarî vê peymanê armanc û encamên ku wê bi xwe re bîne, Hevseroka MSD’ê Emîne Omar ji ajansa Firatê re axivî.

Emîne Omer: Dema pêş wê bi pergala hilbijartinê rêveberî were avakirin

Têkildarî rol û giringiya vê peymana di çareserkirina aloziya Sûriyê de jî, Emîne Omer ev nirxandin kir.

Têkildarî xebatên piştî van civînan û xalên li ser hatîn lihevkirin di civînên reşnivîsa peymanê de, Emîne Omer ev agahî dan.

Emîne Omer da zanîn ev xal û reşnivîs wê ji tevahî beşên civakî re were xwendin, li ser wan nerîn werin girtin û paşê ji Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were şandin

Emîne Omer dawiyê diyar kir piştî ku peyman nû ya civakî hat qebûlirin wê bi pergala hilbijartinê re rêveberî were avakirin.

Back to top button