Artêşa Tirk gundê Dirdara topbaran kir-HAT NÛKIRIN

Sala nû li ser şêniyên herêmê bi êrişan dest pê dike. Çend roj in Tirkiyeya dagiker asta êrişên xwe yên li ser herêmê zêde kiriye. Ev êriş hem li ser Zirgan û Til Temirê û hem jî li ser Eyn Îsa û Şehbayê di heman wextî de tên kirin. 

Duh dîsa bi çekên giran û hawinan gundê Dirdara yê Til Temirê bû armanca êrişên dagirkeran.

Berî vê, li navçeya Zirganê jî êrişên dijwar hebûn.

Li wir avahiya Şaredariya Gel a navçeyê hat armancgirtin.

Di encamê de ziyan li avahiyê û erebeyên derdorê bû.

Sê gundên Şehbayê hatin topbarankirin

Êriş di heman demê de, li ser gundên Şehbayê jî hebûn.

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê li wir jî ji hovîtiya Tirkiyê xelas nabin û rastî êrişan tên.

Şevê din gundên Eyn Deqnê, Bêlûniye û Şêx Îsa yên Şehbayê jî bi giranî hatin armancgirtin.

Hat ragihandin ku dagirkeran 50 top avêtin hersê gundên navborî.

Back to top button