Hêzên Iraqê li Musilê 6 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Hêzên ewlekariya hûndirîn a Musilê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anîn, di encama operasyonê de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin binçavkirin.

Ev demeke li Başurê Kurdistan û Iraqê liv û tevgera DAIŞ’ê zêde bûye.

Hêzên ewlekariya Hundirîna a Iraqê doh Musilê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anîn.

Têkildarî operasyonê Rêveberiya polîsan a Musilê daxuyaniyek da.

Rêveberiyê diyar kir ku piştî şopandinekî hêzên ewlehiyê doh şev li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke pêkanîne û di encama operasyonê de 6 çete hatin binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de ketin Musilê û dagirkirin. Piştî wê di sala 2017’an de Musil ji çeteyan hate rizgarkirin.

Back to top button