PKK: Êrîşên faşîst û qirker beriya her tiştî Rêber Apo dike hedef

Komîteya Rêveber a PKK’ê derbarê êrişên dewleta Tirk ên herî dawî de daxwiyaniyek da.
PKK’ê got: “Di demên dawîn de êrîşên desthilatdariya AKP û MHP’ê zêdetir bûne.”
PKK’ê Li dijî êrîşkariya faşîst banga geşkirina berxwedanê kir.

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkîldarî geşedanên dawî, bi taybetî êrîşên dewleta Tirk ku di serî de li dijî Rêber Apo, Qadên Parastina Medyayê û bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê dimeşîne daxuyaniyek da.

PKK’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya NATO û PDK’ê êrîşek berfireh daye destpêkirin.

PKK’ê di daxwiyaniyê de bal kişand tecrîda li dijî Rêber Apo û got:

“Rêber Apo 25 salin li dijî pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê berxwedana herî mezin û dîrokî dimeşîne.

Zext û êşkenceyên fizîkî û psîkolojîk ên di dîrokê de nehatine dîtin li Îmraliyê gihiştiye lûtkeyê.

Divê ev berxwedan rast bê fêmkirin û rast xwedî lê were derketin.

Lewma divê çalakiyên li dijî êşkence û tecrîda li Îmraliyê zêdetir bibin.”

PKK’ê destnîşan kir ku êrîşên faşîst û qirker li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê jî zêde bûye û got:

“Ji 19’ê Tîrmehê û vir ve li Zap, Avaşîn û Metîna êrîşên nû yên dagirkeriyê hatin pêşxistin

Di van êrîşan de her cure çekên qedexe, çekên nukleerî yên taktîkî jî tê bikaranîn.

Pir eşkere ye ku dema êrîşên dagirkeriyê yên qirker dikin, xwe dispêrin alîkariya ku ji NATO, Astana û PDK’ê stendine.

Hêzên me yên gerîla bi çalakiyên xwe her roj derbên giran li komên dagirker ên faşîst dixin.

Em di wê baweriyê de ne ku çalakiyên gerîla wê hîn berfirehtir bibin .

PKK’ê da zanîn ku faşîzma AKP-MHP’ê ji xeynî rê û rêbazên teknîkî hewl dide zêdetir xwe bispêre sîxûr-hevkar û ev yek got:

Ji tirsandinê heta pêşkêşkirina îmkanên herî biçûk, her rê û rêbazê diceribîne.

Bi taybetî jî hewl dide êrîşî aliyên welatparêz û demokrat bike û gotin di cih de be dixwaze di hundir de zirarê bide.

Divê hemû gel û dostên me bi taybet ciwan û jin gelekî hişyar bin û ti carî destûrê nedin fealiyetên bi vî rengî yên sîxuriyê.”

Hêlîn Umît: Rêber Apo rastiya gelê Kurd e

Back to top button