Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Gerîla

Jîngehparêzên Herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê dibêjin ji ber bikaranîna çekên Kîmyewî karasatên mirovî û jîngehî rû dide.
Jîngehparêzan daxwazkirin ku divê ji ber sûcê wî doz li dewleta Tirk were vekirin.
Xelkê Hewlêrê jî diyar kirin ku dewleta Tirk sînorê welat binpê dike. 

Ji 14’ê Nîsanê û heta niha zêdetirî 2 hezar û 600 caran dewleta Tirk çekên kîmyawî û qedexekirî li dijî gerîla bi kar aniye.

Jîngehparêz: Divê doz li Tirkiyê were vekirin

Jîngehparêzên Herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî derketin û xwestin doz li Tirkiyeyê were vekirin.

Mamosta û Jîngehparêz Roşna Mihemed diyar kir ku gaza kîmyawî gazekî kuştinê ye û ji ber bi sedan mirov bûne qurbanî.

Roşna diyar kir ku divê li ser asta navneteweyî û hundirîn li dijî bikaranîna çekêm kîmyawî helwest hebe.

Jîngehparêzê herêma Germiyan Hekîm Ebdullah jî dibêje ji ber bikaranîna van çekan karasatên mirovî û jîngehî rû dide û divê ji bo wê giliyê Tirkiyê bê kirin.

Xelkê Hewlêr: Tevî ku ev çek qedexe ne, Tirkiyê bi kar tîne

Welatiyên Hewlêrê jî li hember bikaranîna çekên Kîmyewî li ser gerîlayên azadiyê bertek nîşan da.

Welatiyan diyar kir ku divê xelkê azadîxwaz pêşiyê li dagirkeriyê bigirin û xwepêşandan li her deverê li dar bixin.

Back to top button