Stoltenberg: Rûsya veguhestina leşkeran bo sînorê Ûkrayan didomîne

Dimen û gotinên vekişînê yên Wezareta Parastin ya Rûsya dilê NATO rehet nekir. NATO tam dijberê Rûsya îdia dike. Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku Rûsyayê ji bo kêmkirina aloziyê ti gav neavêtiye û jimara leşkerên li ser sînor zêde dike.

Jens Stoltenberg beriya civîna Wezîrên Parastinê yên NATO ya li paytexta Belçîka Brukselê daxuyaniyek da.

Stoltenberg, diyar kir ku Rûsyayê ji bo kêmkirina aloziyê ti gav neavêtiye û got,

“Me ji Moskowayê nîşaneyên ku ew amade ye xebatên dîplomatîk bidomîne bihîst. Hê jî aloziya li ser erdê kêm bikin. Berovajî vê, Rûsya şandina leşkeran didomîne.”

Sekreterê Giştî yê NATO yê da zanîn ku ji bo belgeyên nivîskî yên di 26’ê Çile de ji Rûsyayê re hatine şandin, bersiva wan nehatiye dayîn û got, Endamên NATO’yê amade ne ku bi Rûsyayê re bicivin û bi diyarkirina xêzên sereke yên mijaran rêyeke siyasî bibînin.

Hîna ne diyare ka wê Rûsya vekişe yan na

Jens Stoltenberg bang li Rûsyayê kir ku îspat bike ku ji ber aloziya li ser zêdekirina leşkerî ya li ser sînorên Ûkraynayê leşkerên xwe vedikişîne û ev tişt anî ziman:

“Hê jî ne diyar e ku dê Rûsya vekişe yan na. Ya ku em dibînin ew e ku hejmara leşkeran zêde kirine û gelek leşker di rê de ne.”

Stoltenberg diyar kir ku ew hêvî dike ku Rûsya serî li dîplomasî û diyalogê bide û wiha bi dawî kir:

Eger Rûsya êrîşî Ûkraynayê bike dê berdêlên giran bide. Em amadene danûstandinan bikin û çareseriyeke siyasî bibînin.

Back to top button