Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, tevayî kesên ku destê wan di teqîna li bazara Wehîlat a devera Sedir ya Bexdayê de hebûn, hatin girtin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser Twîtterê peyamek belav kir û diyarkir tevayî kesên ku destên wan di teqîna li bazara Wehîlat a devera Sedir ya Bexdayê de hebûn, hatin girtin.
Her wiha diyarkir kesên hatine girtin wê bidin dadgehê û ceza bikin.
Di şeva 19’ê Tîrmehê de li devera Sedir a Bexdayê teqînek pêkhatibû. Di encama teqînê de zêdetirî 30 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û nêzî 50 kes jî birîndar bibûn.