Li navçeya Tirbespiyê şahiyeke hunerî hat lidarxistin

Bi silogana “Bi Çanda Hîlala Zêrîn û Hunera Şerê Gelê Şoreşger Em ê Dagirkeriyê Têk Bibin”, Tevgera Kevana Zêrîn di çarçoveya hefteya çandê de li navçeya Tirbespiyê çalakiyeke hunerî li dar xist.

Şahiya hunerî li baxçeyê Qewsê yê navçeyê, bi amadebûna jimarek şêniyên deverê duh bi şev li dar ket.

Tê de, Koma Stêra Zêrîn a Qamişloyê û Koma Şehîd Delîla Agirî ya Amûdê gelek stiranên folklorî pêşkêş kirin û bi gerandina govendê şahî bi dawî bû.

Back to top button