Bloomberg: G20 wê ‘Endamtiya Daîmî’ bide yekîtiya Afrîkayê

Welatên G20 êdî grîngiya Afrîkayê hîn baştir dibînin.
G20 qebûl kir ku heman statuya bo YE dayî bû endamtiya daîmî ya Yekîtiya Afrîkayê jî bide.

Li gorî çavkaniyên ajansa nûçeyan a Bloombergê, tê çaverêkirin ku lîderên G20 vê biryarê di lûtkeya li Hindistanê ku wê roja Şemiya bê de ragihînin.

Ji niha ve Yekîtiya Afrîkayê xwediyê statuya “rêxistineke navneteweyî” ye ku ji 55 endaman pêk tê ye.

Serokê Demî yê Yekîtiya Afrîkayê (AfB) Macky Sall, diyar kir ku ew di warê Hilbera Nesafî ya Navxweyî de aboriya 8emîn a parzemînê û cîhanê ne, par ji Afrîkayê xwest ku bibe endama daîmî ya G20.

Yekîtiya Afrîkayê ku bi salan e hewl dide tevlî komê bibe, wê bi hevparî nûnertiya 54 welatên parzemînê bike.

Koma Bîst a ku ji YE û 19 welatan pêk tê, di sala 1999’an de hatiye avakirin.

Ev kom, ji sala 2003’an ve li ser asta lîderan kom dibe.

Welatên G20 ji sedî 85’ê hilberîna navxweyî ya cîhanî, ji sedî 75 ê bazirganiya navneteweyî û ji sêyan duyê parên nifûsa cîhanê pêktîne.

Back to top button