Bervajî daxuyaniya ”NY”..Tirkiye Astengiyan li pêşiya xebatên destûrê derdixe

Hîna danûstandinên Komîteya Destûrî dest pê nekirine, nakokî û destwerdanên derve di nava komîteyê de serwer in.
Şandeya danûstandinên Komîteya Destûrî ya rejîma Sûrî li Moskoyê bi cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê re civiya.
Şandeyê ji Rûsyayê ragihand ku di serî de dewleta Tirk, Qeter û Siûdiyê astengiyan li pêşiya birêveçûna xebatên Komîteya Destûrî derdixin.

Beriya lidarxistina civînên Komîteya Destûrî şert û mercên dayîna destûr tên binpêkirin.

Şandeya bi navê ”Komîteya Danûstandinên Niştîmanî û Sûrî ” li Moskoyê li gel cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxail Boxdanov hevdîtin pêk anî.

Şandeyê li ser zimanê hin berpirsên Rûs ji rojnameya El -Weten re ragihandin ku ”Tirkiye, Qeter û Siûdiyê astengiyan li pêşiya birêveçûna xebatên Komîteya Destûrî derdixin”.

Ev destwerdan jî berevajî daxuyaniyên NY tên, ku qaşo dê Komîteya Destûrî bi destê gelê Sûrî bê avakirin û dûrî destwerdanên derve be.

NY: DAWIYA VÊ MEHÊ DANÛSTANDIN DEST PÊ DIKIN

Şandeyê her wiha teqez kir ku di dawiya vê mehê de wê danûstandin werin lidarxsitin.

Jixwe nûnerê NY li Sûriyê jî Geir Pedersen jî ev yek beriya niha piştrast kiribû..

Der barê aliyê bi navê opzisyonê ku di avakirina komîteya destûrî beşdar e, Şandeyê ji Rûsyayê re da xuyakirin ku ”di nava Opzisyonê de gelek kesayetên ku piştgirya terorîstan dikin hene û ev yek cihê nakokiyê ye.”

23’ê meha borî NY avakirina komîteya Destûrî ragihand.

Lê avakirina komîteyê li dijî biryara NY a jimar 2254 an pêk hat.

Ew jî ji ber ku nûnerên tevahiya Sûriyê beşdarî avakirina Komîteyê nebûne.

Nemaze nûneryên Bakur û Rojhilatê Sûrî, ku bi vê yekê 30 ji sedî ji xaka Sûrî tê paşguhkirin.

Ji aliyê xwe ve gel û raydarên Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kirin ku destûra ew tê de nebeşdar in, ew ê wê nas nekin.

Lewre nûneryên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi nameyekê bang li NY û DYE kir ku li biryara dûrxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji avakirina Destûrê vegerin.

Leave a Reply

Back to top button