Gêlo Îsa: Dewleta Tirk ENKSê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne

Têkildarî serdana ENKSê bo Enqereyê, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Gêlo Îsa da zanîn ku dewleta Tirk, ENKS’ê ji bo rewakirina dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

Gêlo Îsa diyar kir ku ENKS’ê bi pêngaveke wisa, dixwaze vîna Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk têk bibe, ji ber dewleta Tirk, dagirker e û bi ti blokeke Kurdî li herêmê nas nake.

Endamê Komîteyê Gêlo Îsa teqez kir ku divê xebat li gorî
berjewendiyên gelê Kurd di vê pêvajoya hesas û nazik de bên kirin.

Back to top button