Wezîrê Karê Derve yê Riyadê li ser rêya Tehranê ye

Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan li ser rêya Îranê ye.

Piştî aloziya 7 salan, Îran û Erebistana Siûdî careke din bêriya hev kir.

Niha jî herdû welat hewil didin ji nû ve navbera xwe xweş bikin.

Piştî Îranê di 7`ê Hezîranê de balyozxaneya xwe li Erebîstana Siûdiyê ji nûve vekir, tirafîka hevdîtinana her du welatan leztir bûye.

Wezareta Karên Derve ya Îranê roja duşemê ragihandibû ku wê Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Fehan li ser vexwendina wan, serdana Îranê bike.

Li gorî ajansa Tesnîm a Îranê, Feysel Bin Ferhad wê di serdana xwe de bi rayedarên Îranê re bicive.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî gotibû, têkiliyên fermî yên Îran-Siûdiyê baş in.

Her wiha danûstandinên dawîn di navbera wezîrên herdu welatan ên li Başûrê Afrîqayê de avaker bûn.

Piştî 7 salên alozî, ji nûve dostanî

Hêjayî bibîrxistinê ye 2016’an gava ku Siûdiyê oldarekî Şîayî bi darve kir, di navbera Tehran û Riyadê de alozî derketibû.

Li Îranê jî li dijî balyozxaneya Siûdiyê gelek êriş pêk hatin û bibû sedema baylozxane werin girtin.

Her wiha, dosyaya şerê Yemenê ku di navbera herdu welatan de wekî krîzekê ye jî bandoreke mezin li pêwendiyan kiribû.

Siûdiyê û Îranê bi navbeynkariya Çînê li ser vegerandina têkiliyên dîplomatîk, li hev kir.

Her du welatan tevî Çînê di 10’ê Adara borî de bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibû, ku lihevkirin wê di nava 60 rojî de pêk were.

Back to top button